Îran: Zêdeyî 3 hezar jin û zarok di êrîşan de birîndar bûn
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de 220 jin hatin qetilkirin û zêdeyî 3 hezar jin û zarok birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de 220 jin hatin qetilkirin û zêdeyî 3 hezar jin û zarok birîndar bûne.
Ji 28’ê Sibatê ve, şerê di navbera Îran û Emerîka-Îsraîlê de berdewame. Di rêza yekem de civak taybet jin û zarok bûne qurbanê vî şerî.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê têkildarî bîlançoya qurbaniyên jin û zarokên di êrîşên Îsraîl û Emerîkayê de jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji destpêka êrîşên hevbeş ên Îsraîl û Emerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, 220 jin jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 500 jin birîndar bûne.
Wezaretê da zanîn ku di êrîşan de 211 zarokên dibin temenê 18 salî de jiyana xwe ji dest dane û hezar û 141 zarok jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinêye ku li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de di êrîşên hevbeş ên Îsraîl û Emerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 91 welatî jî birîndar bûn.